Li Kobanê komeleya tîrêj ya astengdaran çalakiyek ji bo astengdaran li dar xist.
Bi beşdarbûna malbat û saziyên kobanê, astengdaran behremendên xwe pêşkêş kirin.
Bi silogana “em ne astengdar in, em dikarin her xebatê bikin û tê de xwe pêş bixin” pêşangeh hat lidarxistin.
Bi perwerde û fêrbûnê, bi dehan berhemên bi vî rengî xweşik ji van kesan derketin holê.
Di çalakiyê de her astengdarekî berhemên xwe pêşkêş kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêmê li gorî hijmara sala 2021’an 3 hezar û 600 astengdar hene ji wan jî hezar û 200 zarok in, 900 jî jin in.
Desteya karûbarê civakî ji bo wan gelek piroje bi pêş xistine.
Ev jî dewreya sêyemîn e ku deste bi rê ve dibe.
Jina astengdar, Salek bû di komeleya tîrêj de kar dike û astengiya xwe derbas kir.
Xezal dibêje civakê digot em nikarin tiştekî bikin, lê niha ez gelek pêşketime û di mal de zarokên xwe li gorî wê perwerde dikim û bi karê terzîtiyê bi hevjînê xwe re dibim alîkar.



