Konferansa partiyên siyasî li ser rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî Têkîldarî li hev kombûna partiyên siyasî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê axivî û balkişand ser girîngiya Konferansê
Siyamend Mûînî got, Konferansa li Parlamenta Ewropayê hem ji bo Îranê hem jî ji bo Rojhilat dikare bibe destpêka serdemeke azad û demokratîk.”

Li Parlamena Ewropayê li ser rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê Konfiransek hat lidarxistin.

3 Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Partiya Demokrat Kurdistan-Îran, Rêxistina Komunîst a Îranê û PJAK, di konfiransê de beşdar bûn.

Her wiha saziyên din ên civaka sivîl, dîsa partiyên Îranî, nûnerên neteweyên din ên Îranê yên weke Belûc, Ereb, Azerî tevî kesayetin naskirî yên Îranê cihê xwe di konferansê de girt.

Hevserokê PJAK’ê siyamend Mûînî

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî li ser konferansa ‘Jin, Jiyan, Azadî, li Îranê serdema zext û şoreşê’ ku li Parlamena Ewropayê pêk hat, ji ANF’ê re axivî.

Mûînî: Armanca konferansê çareseriya pirskirêkên sedan salan a li Îranê ye

Siyamend Mûînî diyar kir ku wan di konferansê de projeya ji 6 xalan pêk dihat pêşkêş kir.

Mûînî destnîşan kir ku xala herî sereke, çareseriya rewşa siyasî ya demokratîkkinina Îranê ye û wiha got:

“Tevlîbûna me li nava konferansê di warê lihevşêwirîna di navbera partiyên Rojhilat û Îranê de bû.

Armanca konfiransê, çareserkirina pirsgirêkên ku Îran sedên salan ji ber êş û azaran dikişîne peydakirina çareseriyeke demokratîk e.”

Mûînî: Bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re li Îranê şoreşek fikrî hatiye destpêkirin

Mûînî diyar kir ku bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re li Îranê şoreşeke hizrî û ronesanseke fikrî hatiye destpêkirin û got:

“Ew ronesansa hizrî û fikrî em dizanin li Kurdistanê destpê kir, hêdî hêdî li beşên din ên Îranê jî bi pêş ket.

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê bû bingeheke esasî.

Her wiha kombûn û şêwirîna partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo şoreşê dibe hêz. ”

Mûînî: Ev konferans dikare bibe bingehê şoreşa azadiyê

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî di dawî de diyar kir ku ev konferans dikare bibe piştgiriyeke xurt hem li ser asta navneteweyî hem jî li ser asta navxwe.

Her wiha dikare bibe destpêka tevgereke ya azadîxwazî û demokratîk û siberojeke azad li Îran û li Rojhilatê Kurdistanê.

Back to top button