Li Astana bazara li ser xwîna Sûriyan

Piştî hefteyek din wê li paytexta Kazexistan Astanayê civîna 4 alî pêk were.
Di civîna Cîgirên wezîrên Karê Derve ya Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyê de, wê nêzbûna Enqere û Şamê were nîqaşkirin.
Rûsya dibêje, Reşnivîsa nexşerêyê amade ye lê xalên Şam û Enqerê nêzî hev bike jî pir zehmet xuya dike.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê eşkere kir ku reşnivîsa nexşerêya normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê amade ye.

Biryare di 21’ê Hezîranê de civîna çar alî ya Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê li paytexta Kazekistanê Astanayê were lidarxistin.

Wezîrên Karê Derve yên Moskow, Tehran, Enqere û Şamê li Astana dicivin

Ajanseke Rûsyayê eşkere kir ku dê Cîgirên Wezîrên Karê Derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê di 21′ê Hezîranê de li paytexta Kazekistanê Astanayê bicivin.

Herî dawî Wezîrên Derve yên her çar dewletan di 10′ê Gulanê de li Moskovayê civiyabûn.

Wê demê Rûsyayê gotibû wê cîgirên wezîran bi amadekirina nexşerêyeke normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê werin erkdarkirin.

Nûnerê Serokê Rûsyayê yê taybet bi kar û barên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û Cîgrê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov got,

Reşnivîsa nexşerêya normalîzekirinê ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de ya ku Rûsyayê daniye, amade ye.

Bogdanov: Reşnivîsa nexşerêyê amade ye

Mikhail Bogdanov got:

“Reşnivîsa nexşerêyê amade ye.

Erka me ew e ku em bi hevkarên xwe re nîqaş bikin û vî xebatî bi pêş bixin.

Em hêvî dikin ku em bikarin li Astanayê bicivin.”

Nûnerê Serokê Rûsyayê yê taybet bi Sûriyê û balyozê Rûsyayê li Şamê Alexander Yefimov jî roja duşemê diyar kiribû ku helwestên Enqere û Şamê hîna ji hev dûr in.

Li Moskow amadekariyên civîna 4 alî

Back to top button