ÇÎn û Filîstînê peymana ‘hevkariya stratejîk’ îmze kirin

Pekînê bi Rêveberiya Xweser a Filistînê re ‘hevkariya stratejîk’ îmze kir.
Hemwextî hevdîtina Çîn û Filîstînê hêzên Îsraîlê careke din êrişî Filîsîtniyan kirin û şer derket.

Çîn ji bo hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn berfireh bike kar û xebatên xwe bi xortî dide meşandin.

Li ser vê esasê Çînê bi Rêveberiya Xweser a Filistînê re “hevkariya stratejîk” imze kir.

Di hevdîtina ku doh li Pekînê hat lidarxistin de Wezîrê Karên Derve yê Çînê Çîn Gang destnîşan kir ku Çîn girîngiyeke mezin dide meseleya Filistînê.

Çîn diyar kir ku di ziyareta Serokê Dewleta Filistînê Mahmûd Abbas a Pekînê da bi Rêveberiya Filistînê re “hevkariya stratejîk” ava kiriye.

Ev pêngava Çînê ya ji bo bandora siyasî û aborî li Rojhilata Navîn, bi Dewletên Yekbûyî re hevrikiyê dike.

Li ser vê rewşê Çînê nûnerekî taybet destnîşan kir ku bi rayedarên Îsraîlî û Felestînî re bicive.

Berê jî rayedarên Çînê gotibûn ku ew amade ne hevdîtinên aştiyê yên di navbera Rêveberiya Xweser a Filistînê û hikûmeta Îsraîlê de ava bikin

Lê ezmûna wî ya li herêmê bi giranî bi avahî, çêkirin û projeyên din ên aborî ve sînordar e.

Serokê Çînê di destpêka hevdîtina xwe de ji Abbas re got:

“Em dost û hevkarên baş in. Me her tim ji bo vegerandina mafên neteweyî yên rewa bi biryardarî piştgirî da doza gelê Filistînê .”

Eskerên Îsraîlê ciwanekî Filîstînê kuştin, 9 jî birîndar kirin

Hemwextî van hevdîtinan êrişên leşkerên Îsraîlê ên li dijî Filîstînê jî hebûn.

Hêzên Îsraîlî li bajarê Nablûsa Şerîeya Rojava ciwanekî filistînî kuştin û 9 filistînî jî birîndar kirin.

Back to top button