HPG: Li Xakurkê yek jê paybilind 18 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê ragihand ku li qada Xakurkê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de yek ji wan payebilidn 18 dagirker hatine cezakirin.
Piştî çalakiyê, HPG’ê da zanîn Artêşa Tirk a dagirker qad bi giranî bomberan kiriye û 3 hevrêyê wan bûne.
HPG’ê got, çalakiya ku hevrêyên wan bi awayekî fedaî şer kirin û derbê giran li dagirkeran dan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatiye pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên dijî dagirkeriya tirk û êrişan daxuyaniyek weşand.

Di serî de êrişên dewleta Tirk a faşîst yê li dijî Rêber Apo, HPG’ê hemû êrişên qirkeriyê bi bîr xist û got:

Êşkence û êrîşên ku bi şert û mercên tecrîda mutleq li ser Rêber Apo tên meşandin, ne tenê hêrsa mezin a gelê Kurd a welatparêz û dostên wan zêde dike, di heman demê de kîn û hêrsa hêzên me ya li dijî dijminê qirker jî tûj dike.

Li ser vê bingehê HPG’ê da zanîn wan li qada Xakurkê li arteşa Tirk a dagirker dane û ev agahî parve kir:

Li qada Kolîtê tîmên me yên gerok leşkerên Tirk ên dagirker xistine bin kontrola xwe.

15’ê Hezîranê dagirker dema ku ber bi Girê Şehîd Şahan ve diçûn, hêzên me bi kemînê li dagirkeran dan.

Piştî şerê bi qasî 15 deqîqeyan tîmên me yên gerok çûne ser cenazeyê 18 dagirkeran.

Hêzên me dîtine yek ji leşkerê ku hatiye cezakirin leşkerekî fermandar û rayedar e.

Piştî çalakiyê, HPG’ê da zanîn Artêşa Tirk a dagirker qad bi giranî bomberan kiriye û got:

Di van bomberdûmanan de hevrêyê me Seyît bi giranî birîndar bû û şehîd bû.

Di dema vekişînê jî hevrêyên me Amara û Azad bûne hedefa êrîşên dijmin û şehîd bûne.

HPG’ê diyar kir ku agahiyên berfireh ên nasnameya gerîlayan wê piştre bi raya giştî re were parvekirin

Di dewama daxuyaniyê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê jî wiha got:

Di 15 û 16’ê Hezîranê de çeperên Berxwedanê yên li herêma ZAP, Metîna, Garê û Xakûrkê,

2 caran bi bombeyên qedexekirî û 238 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.

Her wiha HPG daxuyand ku Artêşa Tirk a dagirker çeperên wan yên li Herêma Berxwedanê ya Sîda ya Zapê jî bi keçpe û alavên şikandinê hewl da hilweşîne.

Back to top button