EMERÎKAYÊ BANG LI KENEDAYÊ KIR KU WELATIYÊN XWE YÊN DAIŞ’Î WERBIGIRE

Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê, Mike Pompeo bang li Kenedayê kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î yên di destê QSD’ê de girtî ne, werbigire.

 

Mike Pompeo di axaftineke wî di kenala “CBC” re di dema serdana wî ji peytexta Kenedayê re Ûtawa ragihand ku divê Keneda welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbirgirin.

Her wiha Pompeo diyar kir ku ew dixwazin her welat çeteyên xwe yên di destê QSD’ê de dîlgirtî ne werbigirin.

Beriya du rojan jî Wezîrê Ewlekariyê yê giştî li Kendayê got ku wê alîkariya çeteyên bi navê “Cak Lîtis” ku li Sûriyê dîl girtiye ye neke ku vegere welatê xwe û were cezakirin.

Çete “Cak Lîtis” ê 24 salî ku hemwelatiyê Birîtaniya û Kenedayê ye, ji sala 2017’an ve di destê QSD’ê de dîlgirtiye û beriya demekê Birîtanyayê nasnameya hemwelatiyê jê kişand.

Hêjayî gotinê ye ku bi hezaran çeteyên biyanî di destê QSD’ê de dîlgirtîne.

Beriya du rojan jî serokê Emerîkayê Trump gef li welatên Ewropa xwaribû ku ger welatiyên xwe yên DAIŞ’î wernegire, wê van çeteyan serbest di welatên wan de berde.

 

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button