Hêzên gerîlayan li qada Çemço ya herêma Zapê bi çekên giran li arteşa Tirk dan
Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniye da.
li gorî vê
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
10’ê Çileyê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmen gerîla yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Li ser êriş û sûcên dewleta Tirk jî HPG’ê agahî dan û got: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
10’ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê 12 caran bi çekên kîmyewî û qedexe hatin bombekirin.
Her wiha qadên berxwedanê 9 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.