YCWK: Divê em ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de bin

YCWK’ê li 2 noqteyên cuda yên navçeya Bornova ya Îzmîrê li dijî polîsên Tirk çalakî pêk anaîn.
Ciwanan di dem û zemanên cuda erebeyên polîsên Tirk şewitandin.

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) daxuayniyek derbarê van çalakiyan da û got:

“Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê li Kurdistanê polîtîkayên xwe yên qirkirinê li ser gelê me didomînin.

Polîsên girêdayî desthilatdariya AKP-MHP’ê jî pêşengên vê polîtîkaya qirkirinê ne.

Li dijî van polîtîkayan yekîneyên me yên Îzmîrê li dijî polîsîên desthilatdariyê ev çalakî li dar xistin.

Em YCWK’ê diyar dikin u em ê çalakiyên xwe yên li dijî kes, sazî û rêxistinên ku li Kurdistan û Tirkiyê xizmeta desthilatdariya dagirker dikin, bidomînin.

Faşîzîm wê di agirê ciwanan de bişewite.”

Di daxuyaniyê de ciwanan bang li her ciwanekî kirin ku li dijî tecîda li dijî Rêber Apo, di nava çalakiyan de be.

Back to top button