
Tevî êrişan Komîteya Şaredariyan a kantona Girê Spî gelek projeyên xizmetguzariyê li navçe û bajaorkên girêdayî wê pêk anîn û projeyên din didomîne.
Şaredariyên Gel ên kantona Girê Spî di çarçoveya plansaziya xwe ya îsal de gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn û xebatên din didomîne.
Di vê çarçoveyê de, şaredaryên gel ên bajarokê Cirin û Hîşe, ragar û rêyên girîng ên li gundên derdorê sererast kirin.
Şaredariya Gel li bajarokê Cirin ê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî xebatên sererastkirina rêya didomîne.
Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Meclisa Kantona Girê Spî Mihemed Derwîş axifî û got:
“Ji destpêka Cotmehê ve me gelek proje dane destpêkirin.
Ev proje stratejîk in û dê gelek herêmên girêdayî kantonê sûdê jê digirin.
Nemaze ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dewam dikin.”