Projeya pirtûkfiroşên bufe di sala 2019’an de li Rojava hate destpêkirin. Şêniyên Kobanê, Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Rimêlan û Dêrikê bi rêya pirtûkfiroşên bufe pirtûk, kovar û rojnameyan bi hêsanî bi dest dixin.
Li gel pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî her wiha parêznameyên Rêber A po pirtûkên helbest, çîrok û romanan li van pirtûkfiroşan hene.
Her wiha kovar û rojname jî dikarin bêne peydakirin.
Li pirtûkfiroşan her wiha amûrên ji bo xwendin û nivîsandinê jî hene.
Hemrîn Fethî Osman (24) yek ji pirtûkfiroşên bufe yên li Qamişloyê ye.
Hemrîn anî ziman ku şêniyên herêmê bi rêya wan pirtûkan bi hêsanî bi dest dixin û got:
“Bi projeya pirtûkfiroşên bufe re ku ji bo zêdebûna çanda xwendinê hate destpêkirin, em yekser bi gel re têkiliyê datînin.”



