Li ser Cûdî banga ‘Şewat bandorê li tevahî mirovahiyê dike’ hate dayîn

Leşkerên dewleta tirk a dagirker xwezaya bakurê kurdistanê wêran dike. Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê ev nêzî mehekê ye şewat jê kêm nebûye.

Dewleta tirk ne agir vedimirêne, ne jî dihêle şênî agri vemirînin. Piştî çalakiya parlementerê HDP’ê ya ji bo şewata li Cûdî, vê carê partî û rêxistinên civakî li ser çiyayê Cûdî bi daxuyaniyekê gotin, Şewat tevahî mirovahiyê bandor dike.

Bertekên li dijî bêdengî û nemudexelekirina rayedaran ên li dijî şewata ku zêdeyî 3 meh in li çiyayên Gabar, Cûdî û Besta didome, zêde dibin.

Bi tevlîbûna parlamenterên HDP yên Şirnexê, Rêxistina HDP’ê ya Dêrsimê, endamên Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ekolojîstên Enqere, Mêrdîn û Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek kesan, li herêma ku dikeve pêşberî Çiyayê Cûdî ya li ser riya Şirnexê, têkildarî şewatan daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Asrîn Keleş ve hat xwendin.

Asrîn Keleş diyar kir ku bi hinceta ewlehiyê gelek dar hatin birîn, şewitandin û wiha got:

“Polîtîkaya hikûmetê yên li dijî xwezayê bi salan e didomin.

Şewat li qadên jiyanê yên mirovan berfireh bûne.

Bi taybetî rayedar têkildarî şewatan hatin agahdar kirin, lê rayedaran bi tu awayî neketine tevgerê.

Keleş, anî ziman ku cihên ku hatine şewitandin ji aliyê şandeya wan ev hatin lêkolîn kirin û li herêmê wêraniya xwezayê gihiştiye asta herî jor.

Keleş bang li rayedaran kir û got û cûdî dîrok e, dîrokê neşewitînin.

Pişt re parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş jî anî ziman ku yên ji bo şewatek li rojavayê Tirkiyê dikevin alarmê divê ji bo Şirnexê jî heman helwest nîşan bidin.

Daxuyanî bi gotina dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button