Borrell naveroka paketa 6. a cezayên dijî Rûsya eşkere kir

Yekîtiya Ewropa bi paketên cezayên li ser Rûsya difikire ku wê artêşa Rûsya ji Ukrayna derxe. Ji bo vê yekê niha paketa 6. di rojevê de ye. Seroka Komisyona YE Leyen paketa 6. eşkere kir û pêşniyara ambargoya li ser petrola Rûsya kir. Serokwezîrê Brîtanyan Johnson jî ragihand ku ew ê 375 milyon dolarê din alîkariya leşkerî bidin Ukrayna.

Welatên Yekîtiya Ewropa (YE) bi cezayan dixwazin hêza Rûsya kêm bikin.

Ji bo vê yekê paketên cezayên li peyhev bo Rûsya eşkere dikin.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell derbarê pakêta şeşemîn a cezayên li dijî Rûsyayê ku bê sepandin de agahî da.

Josep Borrell da zanîn ku di pakêta nû ya cezayên li dijî Rûsya de, sektora petrolê, banka û dezenformasyonê (agahiyên nerast yên ku tên belavkirin) hatine amadekirin.

Borrell li ser hesabê xwe yê medyaya civakî agahî parve kir û wiha got,

“Şerê bêperwa yê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê ji bo cîhanê gefeke.

Di pakêta şeşemîn da em dixebitin ku zêdetir bankan ji pergala SWIFTê derxin, aktorên dezenformasyonê binivîsînin û îxracata petrolê rawestînin.”

Piştî peyamên Borrell çav vegeriyan li ser helwesta Seroka Komisyona Ewropa Ursula von der Leyen.

Leyen pêşniyara pêkanîna amboryonê ser petrola Rûsya kir

Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen pêşniyarên pakêta cezayên şeşemîn eşkere kir ku tê pêşbînîkirin yekîtî ambargoyê deyne ser hemû îtxalata petrolê ya Rûsyayê.

Leyen di 70’emîn roja dagirkirina Ukraynayê de li Parlamentoya Ewropayê axivî û pêşnûmeya pakêta 6’emîn a li dijî Rûsyayê ragihand.

Ji bo erêkirina pakêta ku von der Leyen pêşniyar kiribû, yekdengîya 27 welatên Yekîtiya Ewropayê pêwîst e.

Li aliyê din, Slovakyayê beriya niha gotibûn ku ew ê daxwaza îstisnayekê bikin, Macarîstan jî gotibû ku cezayên li ser dabînkirina enerjiyê ji bo wan “xeta sor” e.

Di pakêta cezayên şeşemîn de ku hatiye ragihandin jî ev xal hene:

– Rêveberên payebilind ên leşkerî û kesên din ên ku ji sûcên şer ên li Buça û dorpêçkirina Mariupolê berpirsyar in, bixe lîsteya cezayan.

– Ji bo derxistina banka herî mezin a Rûsyayê Sberbank ji pergala pereyan a Swift.

– Qedexekirina kanalên weşanê yên girêdayî sê dewletên Rûsyayê.

Li gorî daneyên Navenda Lêkolînê ya Enerjî û Hewaya Paqij ji dema dagirkirina Ukraynayê ve welatên Yekîtiya Ewropayê 47 milyar euro ji bo gaz û nefta Rûsyayê dane.

Brîtanya wê 375 milyon dolar alîkariya leşkerî bide Ukrayna

Di demekê ku êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê dewam dike de, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bi rêya videokonferansê li parlamentoya Ukraynayê axivî.

Boris Johnson careke din ji parlamentoya Ukraynayê re ragihand ku wê piştevaniya bo Kîevê bidomînin.

Johnson got, ew ê 375 milyon dolar alîkariya leşkerî bidin, Ûkrayna.

Back to top button