Almanyayê ala PKK’ê qedexe kir

Dewleta Alman ku ji destpêkê de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê piştgiriyê dide dewleta Tirk dîsa gaveke din avêt. Almanyayê piştî civîna YE ala PKK’ê qedexe kir.

Bakê jêr yê parlementoya Almanyayê Bûndestag, piştî civîna serokên Yekîtiya Ewropayê yekser ala PKK’ê û her wiha alên rêxistinên Filistinî yên mîna Hamas’ê qedexe kir.

Pêşnûme Qanûn ji aliyê hikumeta Angela Merkel ve hat pêşkêş kirin.

Tê payîn ku Baskê Jor yê Parlementoyê Bûndesrat ango Meclîsa Federal pêşnûme qanûnê erê bike.

Di çarçoveya pêşnûme qanûnê de di forumên tundrew de, lîsteyên dijmin ên ku agahîyên şexsî dihewînin jî hat qedexe kirin.

Her wiha li dijî Yahûdî, Misiliman, hevzayend û astengdaran ji teşwîqkirina nefretê bi rengeki giran wê bê cezakirin.

Back to top button