Penaberên Bakurê Kurdistanê hatin berdan

Li Başûrê Kurdistanê li ser daxwaza Tirkiyê zextên li ser welatiyên Bakurê kurdistanê zêde bûye.
9 penaberên siyasî ku li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin doh hatin berdan

20’ê Mehê 9 endamên HDP’ê û Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ne bi operasyoneke siyasî li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin

Girtina 9 penberên siyasî ku ji ber dewleta Tirkiyê mecbûr mabûn çûn perçeyeke din ê Kurdistanê lê li wir jî li ser daxwaz ê tirkî hatin binçavkirin.

Asayîşa Silêmaniyê sedema binçavkirina van 9 kesan jî tevî hewildana malbat û parêzerên wan jî eşkere nekir.

Ev nêzîkatiya rayedarên başûr di nav raya giştî ya kurdî de bû xwedî nerazî bûn.

Ji ber bertekên zêde piştî binçavkirina 2 rojan asayîşa Silêmaniyê doh derengiya şevê 9 welatiyên Bakur ku di heman demê de endamê HDP’ê ne berda.

Back to top button