Li Reqayê Ciwanên Şoreşger bi meşekî êrişên kîmyewî şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqa daketin kolanan û li dijî bikaranîna çekên kîmyawî û tevahî çekên qedexe li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, helwestên xwe nîşan dan. 

Çalakiya ciwanan ji kolana Til Ebyed a Reqayê destpêkir û ber bi El-Neîm ve dewam kir.

Ciwanan di çalakiyê de bê navber siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire Dîktatorî” berz kirin.

Di heman demê de ciwanan di çalakiyê de wêneyên 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne hildan.

Di çalakiyê de ciwan axivîn û diyar kirin ku ewê li dijî her cure êrîşê li berxwe bidin, ew tu carî berxwedana gerîla bi tenê nahêlin.

Her wiha ciwanên pêkhateya Ereb bang li tevahî ciwanên azadîxwaz û welatparêz kirin ku ew çalakiyên xwe hîna mezintir bikin û têkoşîna li dijî dagirkeriyê bi pêngava “Werin Cenga Azadiyê” bighînin serkeftinê.

Ciwanan bi berzkirina siloganan dawî li çalakiya xwe anîn.

Back to top button