HPG: Li Avaşînê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Kurdistanê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de derbeke din li artêşa Tirk a dagirkr dan.
HPG’ê ragihand li herêma Avaşînê di encama çalakiya gerîlayan de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku herêma Avaşînê vegerandine keleha berxwedanê derbeke din a giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de gerîla li herêma Avaşînê derb li artêşa Tirk ya dagirker xist û ev agahî parve kir;

“24’ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku dixwestin bikevin nava çeperên şer yên li qada Werxelê, bi koordîneyî çalakî hate lidarxistin. Gerîla bi du baskan li dagirkeran xist. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.

Di heman demê de bi çekên giran li helîkopterên êrişê û yên Skorsky hate xistin ku hewl didan bikevin qadê.

25’ê Hezîranê jî li qada Girê Sor li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin nava çeperên şer, çalakî hate lidarxistin. Li vir dagirkerek hate kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.”

HPG’ê diyar kir êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Hat diyar kirin 24’ê Hezîranê qada Girê Sor, derdora gundê Herkî û qada Werxelê yên herêma Avaşînê û Gundê Orê yê herêma Metîna bi helîkopter û hawanan hate bombebarankirin.

Back to top button