WÊ HDP BI 60 HEZAR PEYWIRDARÎ SINDOQAN BIPARÊZE

Li tirkiye û bakurê Kurdistanê wê piştî 5 roj din hilbijartina herêmî pêk were.
Bi nêzîkbûna demê hilbijartinê re partiyên muxalîf û deshiladar lez dawye xebatên xwe.
Di vê çarçoveyê de Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bi şev û roj xebatên xwe didomîne.
Bi taybet ji bo parastina dengan jî wê nêzî 60 hezar HDP’yî ji bo bi awayekî fermî werin erkdarkirin û li ber sindoqan bin.

Ji hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê re tenê 5 roj man.

Bi nêzîkbûna dema hilbijartina herêmî re jî kar û xebatên HDP’ê zêde dibin.

Li aliyekê namzetên şaredariyan li nava gel digerin û li pirsgirêkên wan gundar dikin, li aliyekî din jî amadekariyên parastina dengan dikin.

Di vê çarçoveyê de HDP’ê ji bo parastina dengan 60 hezar kes bi awayekî fermî erkdar kirin.

Her wiha wê 2 hezar parêzer jî ji bo neheqiyên muhtemel amade bin.

Parlementerê HDP’ê yê Êlihê û Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî ji bo parastina sindoqan bang li her kesî kir ku bibin peywirdar.

HDP’Ê LI SÊRTÊ BANG LI HILBIJÊRAN KIR

Hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Serdar Batûr jî bang li hilbijêrên ku cihê dengê wan hatine guhertin kir ku serî li partiya xwe bidin.

Serdar Batûr girîngiya hilbijartinê bibîrxist û got, tenê dengek jî dikare pir tiştan bihuhere.

Bi dengekê be jî dibe ku em şaredariyê qezenc bikin.

Em dikarin bi dengê xwe encumenekê û bajarêke biguherînin.

Leave a Reply

Back to top button