Di çalakiyên Kolombiyan yên li dijî hikumetê de 380 kes winda ne

Li Kolombiya di xwepêşandanên ku ji bo reforma bacê despê kirî û piştre veguherî çalakiyên li dijî hikumetê de, 380 kes hatine windakirin.
Di vê navberê de, hikumeta Kolombiya û Komîteya Grev ya Netewî di danustandina yekem de ne gihiştin encamekê.

Rêvebera Yekîneya Lêgerîna Şexsên Winda ya Kolombiyayê Luz Marina Monzon, aşkere kir ku ji 28’ê Nîsanê ve di çalakiyên li dijî reforma bacê û hikumetê dest pê kirin de, 380 kes hatin windakirin.

Buroya Serdozgeriya Kolombiya û Buroya Ombudsman, berî aşkere kirina jimara windayan a Monzon, diyar kiribûn ku 38 û 87 kes hatine windakirin.

Li aliyê din, li gorî daxuyaniyên Temblores ku xebatên mafên mirovan bi rêve dibe, ji roja ku çalakiyan dest pê kiriye ve 100 kes bi guleyên çekên polîsan birîndar bûn, êrîşî 234 polîsî jî hatiye kirin.

Her wiha, ji 900 zêdetir kes bi awayekê bêqanûnî hatin girtin û 11 jin rastî êrişa zayendî ya polîsan hatine.

Zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan hem li Kolombiya û hem jî li derveyî welat bi tundî hatin şermezarkirin.

Hikumet û Komîteya Greva Netewî ji bo cara yekem negihiştin encamê

Di vê navberê de, hikumeta Kolombiya û Komîteya Grev ya Netewî di danustandina yekem de ne gihiştin encamekê.

Komîteyê bang li herkesî kir ku 12’ê Gulanê dakevin qadan.

Back to top button