MSD’ê biryara agirbestê ya Îsraîl û Hemasê erênî nirxand

Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê derbarê agirbesta Hemas û Îsraîlê û pevguhertina dîlgirtiyan, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku agirbest û pevguhertina dîlgirtiyan geveke erênî tê dîtin û wiha gotin:

“Em bang li her du aliyan dikin, dîlgirtiyan serbest berdin û dema agirbestê dirêj bikin.

MSD’ê û DYA, Komara Misir û Dewleta Qeterê bang li hemû aliyên têkildar ên navneteweyî kir ku “Ji bo bi dawîkirina şerê li Xezeyê gavên dîplomatîk bavêjin.”

Ji bo bîdawkirina şer divê çareseriyeke aştiyane were dîtin, rêz ji qanûnên navneteweyî re were girtin.

Her wiha divê biryarên NY jî bê bi cihkirin da ku çareseriyeke mayînde ji bo her du aliyan pêk were.”

Îsraîl-Hemas: Koma 2.a girtiyan jî serbest tê berdan

Back to top button