Li Girê Spî dewleta Tirk serçeteyekî DAIŞ’ê serbest berda

Navenda belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûrî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker, serçeteyekî DAIŞ’î ku beriya niha bi dehan sûcên şer pêk anîne serbest berda.

Yek ji sûcên herî diyar yên vî çeteyî jî, komkujiya 2015’an a li dijî malbateke li Girê Spî bû.

Hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker kir roj bi roj tê belgekirin.

Navenda belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûrî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker, serçeteyekî DAIŞ’î ku beriya niha bi dehan sûcên şer li dijî Sûriyan pêk anîne serbest berda.

Navendê bi raporekê diyar kir ku çavaknaiyên taybet ji Girê Spî ragihandine ku dewleta Tirk 3 Nîsanê serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê ”Fêsel Belo” ku bi navê ”Emîr Ebû Ehemd” tê naskirin serbest berda.

Navendê teqez kir ku ev serçete niha li mala xwe ya li gundê ”Bedîi” li başûrê bajarê Girê Spî ye.

Li gorî rapora Navendê sûcên şer ên ku vî serçeteyî kirine ev in:

Li Girê Spî bi dehan sivîl kuştine û revandine

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê Girê Spî dagir kriibû, bi dehan sivîl kuştine û revandine.

Sala 2015’an komkujiyek li dijî malbateke ji Reqayê kiriye

2015’an serçete ‘Emîr Ebû Ehemd, malbateke ku ji 5 kesan pêk dihat ku ji Reqayê koçberî Girê Spî bûbûn, kuştibû.

Sala 2014’an 12 erebeyên sivîlan desteser kirine

22’ê Sibata 2014’an bi serkêşiya vî serçeteyî, 12 erebeyên ku 160 sivîl ji Kobanê vediguheztin bajarê Qamişlo, hatin desteserkirin.

Li Reqayê mîrê ”Meclisa Rûspiyan” bû

Di dema ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kiribû de jî, serçete Ebû Ehemd mîrê meclisa bi navê ”Meclisa Rûspiyên” li Reqayê bû.

2019’an tevlî çeteyên dewleta Tirk dibe

2019’an ev serçete ji Ezazê diçe Tirkiyê da ku tevlî çeteyên dewleta Tirk bibe û destekê bide êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Li gorî rapora navenda navorî, ji ber gazinên li dijî vî serçeteyî, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ”Artêşa Niştimanî” ve tê girtin û niha serbest hat berdan.

Beriya niha jî gelek rapor û dezgehên ragihandinê bi dîmen piştrastkiribûn, ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi desteka çeteyên DAIŞ’ê ya rasterast pêk tên.

Back to top button