Li Iraq û Başûrê Kurdistanê rewşên mirinê hatin tomarkirin

Belê tedbîrên ku heta niha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatî giritn, kariye rê li ber vîrûsê bigre ku derbasî herêmê nebe. Lê li beşên din yên kurdistan û welatên ciran rewş cuda ye.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê du rewşên mirinêhatin tomarkirin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî ji ber metirsiya li ser girtiyan, dest bi “Kampanya Malbatên Xwişk û Bira” kir.

Li Iraqê hîna jî vîrûsa corona belav dibe û dibe sedema mirin mirovan.

Li parêzgeha Diyale ya Iraqê ji ber vîrûsa Corona kesekî jiyana xwe ji dest da.

Vîrûs her wiha li Başûrê Kurdistanê jî bi rengekî metirsîdar belav dibe.

Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê diyar kir ku li Silêmaniyê kesekî ku bi vîrûsa corona girtîbû, jiyana xwe dest da.

Her wiha rewşa 11 kesan jî baş bûye.

 

“Di malên xwe de bimînin, rewş metirsîdar e”

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 18 kesên ku 4 jê zarok in, li bajarê Hewlêrê bi vîrûsê ketine.

Li Herêma Başûrê Kurdistanê bi giştî, jimara kesên bi vîrûsê ketine gihîşt 233 kesan.

Her wiha 3 welatiyan jî jiyana xwe jidest dane û 74 kes jî başbûne.

Wezîrê Tenduristiya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê bang li welatiyan kir ku di malên xwe de bimînin, ji ber ku rewş metirsîdar e.

Li Tirkiyê bi sedan kes ji ber Corona mirin

Wezareta Tenduristiyê ya dewleta Tirk diyar kir ku jimara kesên bi vîrûsê ketine 23 hezar û 934 û 501 kes jî mirine.

Tevî hemû bangawaziyên muxalefeta tirkiyê ya ragihandina rewşa awerte jî lê, serokê AKP’ê Erdogan ji bo parastina dewlemendiya xwe ji vê yekê direve.

Bijişkên Tirkiye jî ditirsin ku ev helwest wê berdêleke giran bi xwere bêne.

Pervîn Buldan: Ocalan di bin rîska Corona de ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, ragihand ku wan li dijî vîrûsa corona ku belav dibe dest bi “Kampanya Malbatên Xwişk û Bira” kirin û got:

“Rêber Ocalan jî dibin rîska şewba corona de ye.

Divê ji Girtîgeha Îmraliyê yan dengekê, yan jî dîmenekê bigihînin civaka Tirkiyeyê.”

Bîlançoya Îranê giran e

Jimara kesên bi vîrûsê dikevin li Îranê hîna jî bilind dibe.

Di nava 24 saetên borî de, 2 hezar û 483 li Îranê bi vîrûsê ketine.

Li gorî daneyên desthilatdariyê, heya niha li seranserê welat 85 hezar û 226 kes bi vîrûsê ketine.

Jimara kesên mirine jî gihîşt 3 hezar û 603 kesan.

Her wiha 18 hezar û 790 kesên bi koronayê ketibûn, baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Back to top button