Hiqûqnas Şadî El-Îbrhaîm diyar kir ku dewleta Tirk li ber çavê cîhanê qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike û banga avakirina komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan kir.
Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm da zanîn ku civata navneteweyî çavê xwe li sûcên dewleta Tirk re digre.
Şadî El-Îbrahîm got:
”Sedema tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ew e ku dewletên kapîtalîst û AKP’ê ji ramanê wî ditirsin.”
El-Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina tedbîrên derqanûnî li ser Rêber Abdullah Ocalan qanûnên navneteweyî bin pê dike.
El Îbrahîm wiha domand:
”Fikrê Rêber Abdullah Ocalan fikrekî neteweyî ye ku Kurdan tenê eleqedar nake.”
El-Îbrahîm diyar kir ku ew wekî parêzer daxwaza avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî dikin da ku li doza Rêber Abdullah Ocalan binêre.
Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm di dawî de bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo eşkere bikin, tecrîdê bi dawî bikin.