Şêniyên herêma Firatê tecrîd û êriş şermezar kirin

Bertekên gel ên li dijî tecrîd li dijî Rêber Abdullah Ocalan, êrişên li herêmên parastinê û ên li ser herêmê zêde dibin.
Şêniyên Herêma Firatê bi meşekê tecrîd û êrişên dagirkiriyê şermzar kirin.
Şêniyan diyar kirin ku ew ê bi berxwedan û tekoşînê azadiya fîzkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Beriya niha bi demekê jî dewleta Tirk a dagirker nameyên gefxwarinê li ser jiyana Rêber Apo dabûn.

Li dijî vê, gelê herêmê bi çalakiyan tecrîdê şermzar dikin û banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Di vê çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armaca şermezarkirina tecrîd û êrişên li ser herêmê û yên li çiyayên Kurdistanê, li kobanê meşek a 10 km li dar xist.

Bi sedan şênî û endamên saziyên Rêveberiya Xewser a herêma Firatê, tev li meşê bûn.

Meş ji pêşiya Meclisa Navçeya Şêran dest pê kir û li qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê rawestiya.

Berdevkê Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Ehmed Derwêş di çalakiyê de axivî û got:

“Armanca me ew e ku em ji dewleta Tirk a dagirker re îsbat bikin ku em ê li hember wê têkoşînê bidomînin.

Ew çi bike jî em gavan paş de neavêjin, em ê li ser rêya ku Rêber Abdullah Ocalan nîşanî me daye bimeşin.”

Derwêş bang li gelê herêmê kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.

Çalakvanan jî diyar kir ku ew ê bi hemû rêbazan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Şêniyên Kobanê li dijî hêzên komploger banga serhildanê kir

Li aliyê din, Şênî jî li ser rewşa tenduristî ya Rêber Apo bi fikar in.

Welatiyên kobanê destnîşan kir ku desthilata Tirk dixwaze rê li ramanê azad ê Rêber Apo bigire.

Back to top button