Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê şehdeta 3 gerîlayên ku li Herêmên Parastina Mediya yê şehîd bû ne eşkere kir û got: Hevrêyên me Mesken, Hekol û Azadî wezîfeyên girîng ji me re hiştin ku divê teqez em bi ser bixînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3gerilayen sehid buyin eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku şehîd Mesken, Herekol û Azadî di dem û cihên cuda de di êrîşên dijmin de şehîd bûn û got:
Ev hevrêyên me yên hêja ku nûnerên ruhê berxwedana PKK û PAJK’ê ne, li hemû qadên têkoşînê bi jiyan, seknên xwe yên mîlîtanî û zelaliyên di îdeolojiya Apoyî de ji hevrêyên xwe re bûn mînak.
Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
HPG’ê da zanîn ku hevrêya wan Mesken Nisêbîn ku berê wê her tim li têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bû, bi israr çû Bakur û li dijî dewleta Tirk a qirker a dagirker şer kir.
Wê li aliyekî gerîlatî, li aliyekî paradîgmaya Apoyî, li aliyê din nasnameya xwe ya resen, îdeolojiya azadiya jinê û xwe nas kir.
Tevlîbûna dilsoz a fedaî ya hevrêya me Mesken, hezkirina azadiyê û îdîaya serketinê ew kir fermandarek a serdema nû.
HPG’ê li ser kesayet û têkoşîna şehîd Azadî Stêrk jî wiha anî ziman:
Hevrêya me Azadî di sala 2019’an berê xwe dide çiyayên serhildêr û dijwar ên Kurdistanê û tevlî nava refên azadiyê dibe
Fêm kir ku çareseriya mayînde ya li Rojhilata Navîn ancax bi tevlîbûna nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û mezinkirina têkoşîna gerîla pêkan e.
Ji bo bibe milîtaneke pispor branşa leşkerî dît û bû milîtaneke profesyonel a YJA Starê.
Ji bo azadiya rêber Apo her di nava hewldan û têkoşînê de bû.
Li gorî daxuyaniyê Agahiyên derbarê nasnameya her 3 şehîdan wiha ne:
Nasnav: Mesken Nisêbîn
Nav û Paşnav: Zeynep Kaya
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik: Naîle
Navê Bav: Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: Tebaxa 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Herekol Botan
Nav û Paşnav: Hesen Batmaz
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Medîne
Navê Bav: Îbrahîm
Cih û dîroka şehadetê: Hezîrana 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Azadî Stêrk
Nav û Paşnav: Sîham Bozan
Cihê ji dayikbûnê: Girê Spî
Navê Dayik: Îlham
Navê Bav: Mislim
Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeha 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê