Kombûna Jinan a Zenûbiyaya û Rêxistinên Jinan yên li bajarê Reqayê bi daxuyaniyên cuda êrîşên dewleta Tirk bi taybet êrîşa li dijî Rojnamegeran şermezar kirin û bang li dewletên navneteweyî kirin ku helwestên xwe nîşan bidin.
Rêxistinên Jinan yên li bajarê Reqayê jî daxuyaniyek derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnemevan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Bi navê rêxistinên jinan ên li bajarê reqayê em van êrişên hovane şermezar dikin.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dike û her dem jinan hedef digre.
Em wekî jinên vê şoreşê emê têkoşîna xwe berdewam bikin û serî netewînin.
Em bang li rêxistinên mirorvî dikin ku van êrişan rawestînin.