Piştî 7 salan wezîrên Tehran û Riyadê li Pekînê dicivin

Erebîstana Siûdî û Îran êdî dixwazin dawî li xeyîdîna xwe bînin.
Piştî 7 salan di asta jor de wê cara yekemîn di navbera herdu welatan de, li paytexta Çînê Pekînê bicivin.

Ji 2016’an ve Îran û Erebîstana Siûdî li dijî hev di nava rageşiyê de bûn.

Lê niha ev rageşî cihê xwe ji atmosferek aramî û danûstandinan re hiştiye.

Li gorî agahiyên ku ajansa Reutersê spartî rayedarekî Îranî û rojnameyeke Erebistana Siûdî ji her du hevrikên herêmî wê pêngavek din ya di warê nêzîkbûnê de bi avêjin.

Ev yek jî wê bi navbeynkariya Çînê pêk were.

Bi vî awayî, tê çaverêkirin ku civîna navbera Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel Bin Ferhan Bin Ebdullah û hempîşeyê wî yê Îranî Husên Emîr Ebdullahiyan pêk were.

Piştî 7 salan ev yek wê bibe yekemîn hevdîtina fermî ya dîplomatên payebilind ên her du welatan.

Bi derbasbûna salên dujminatiyê ku nakokiyên li Rojhilata Navîn gurr kir de, Tehran û Riyad meha borî li hev kirin ku dawî li nakokiyên dîplomatîk bînin û balyozxaneyên xwe ji nûve vekin.

Hat diyarkirin ku di civîna roja Pêncşemê de wê li ser vegerandina peywendiyan û pevguhertina balyozan ku meha borî hatibû ragihandin, gotûbêj bên kirin.

2’ê Çileya 2016’an li Erebîstana Siûdî 47 kes ku di nav wan de meleyê Şîe Nimr el-Nimr jî hebû, bi sûcdariya “terorîzmê” hatin darvekirin.

Piştî daxuyaniyên rayedarên Îranê yên ku bertek nîşanî darvekirinan dan, Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Tehranê û avahiyên konsolosxaneya bajarê Meşhedê ji aliyê xwepêşanderên Îranê ve hatin şewitandin.

Bi vî awayî têkiliyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de gur bû.

Ev têkliya ku ji ber krîza Yemenê ya Adara 2015’an dest pê kirî, gihişt asta herî bilind.

Back to top button