Dibeybe: Hikumeta min amade ye îsal hilbijartinan pêk bîne

Hikumeta Dîbeybe ragihand ku wê îsal hilbijartinên parlamento û serokomariyê pêk werin.

Serokwezîrê Hikûmeta dem bûrî Ebdulhemîd Dîbeybe duh li paytext Trablusê civîna hikumeta xwe pêk anî.

Dîbeybe Serokê Meclisa Nûneran Akile Salihê yê li bajarê Tobrûka rojhilatê welêt û Serokê Konseya Bilind a Dewletê Xalid Mişrî ji pêkneanîna hilbijartinê berpirsyar nîşan da.

Dîbeybe di axaftina xwe ya li civînê de got,

“Sala borî em bûn şahid ku Salih û Mişrî gelê Lîbyayê bêhêvî kirin.”

Dîbeybe di dewamiya axaftina xwe de teqezî li ser wê yekê kir ku hikûmeta wî amade yel li gel Komîsyona Hilbijartinan di nava salê de hilbijartinê organîze bike.

Heta niha li ser van gotinên Dîbeybe ji aliyê Meclisa Nûneran û Konseya Bilind a Dewletê ve ti bersivek ne hatiye dayîn.

Di vê navberê de, Meclîsa Nûneran îro li bajarê Bîngazî yê li rojhilatê welêt di bin serokatiya cîgirê serokê meclîsê Fewzî El-Nuweyrî de dest bi rûniştina xwe kir.

Di rûniştinê de li ser radestkirina efserê berê yê îstixbaratê Ebû Akile Mesûd ji bo rayedarên Amerîkî tê nîqaşkirin.

Ebû Akile Mesûd bi îdiaya beriya 34 salan destê wî di teqîna balafira li Skotlandê ketî de tê tewambarkirin.

Berdevka Konseya Serokomariyê Najva Vahiba duh bi daxuyaniyekê got:

“Sedema ku krîza li Lîbyayê dewam dike ew e ku qonaxên veguhêz nehatin temamkirin û hilbijartin pêk ne hatiye.

Nebûna saziyên siyasî yên bi meşrûiyeta nû ku ji aliyê hilbijêran ve hatine hilbijartin û yekbûna di nava xwe de, krîzê girantir dike.”

Ji Komîsyona Netewî ya Dijî Bertîlgiriyê bang

Komîsyona Têkoşîna Dijî Bertîlgiriyê ya Neteweyî ragihand ku ji bo desteserkirina dosyayên doz û raporên bertîl tê de hene, avêtin ser baregeha navendî ya li paytext Trablusê.

Komisyonê daxwaz ji hemû dezgehên dadwerî û cîbicîkirina yasa kir ku li hember bertîlgiriyê tedbîrên yasayî û pêşîgirtinê bigrin.

Back to top button