PDK’ê rê neda rojnemevaneke Hollandî Geerdink derbasî Rojava bibe û ew dersînor kir

Rojnamevana Hollandî Frederike Geerdink dixwest ji Hewlêrê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, lê belê bibe.
Hêzên PDK’ê rê li ber Frederike girtin û nehiştin derbas bibe.
Ne tenê ev, ew ji Başûrê Kurdistan êtevî, dersînor kirin.

Rojnamevan Frederike Geerdink bi salan e têkildarî doza Kurd û Kurdistanê dixebite.

Geerdink, têkildarî astengirina derbasbûna wê ji Rojavayê Kurdistanê re agahî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi pareve kirin.

Li gorî wê, Frederike Geerdink xwestiye derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

Dema nêzî sînorê Rojava bûye hêzên PDK’ê rê nedane ku derbas bibe û ew vegerandine Hewlêrê.

Freederike eşkere kir ku rêveberiya Hewlêrê ew weke ‘Mirova li herêmê nayê qebûlkirin’ ragihandiye.

Û ji bo dersînorkirinê ew birine balafirgeha Hewlêrê.

Eşkere ku rojnamevana Hollandî Freederike jî bi sedema ku hevkariya PDK bi dewleta Tirk re bi nûçe û bernameyan rexne dike, hatiye dersînorkirin.

Back to top button