Li Bakur û Başûrê Kurdistanê kompla 15 Sibatê hat şermezarkirin

Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajarên Bakur û Başûrê Kurdistanê jî bi meş û çalakiyan, hat şermezarkirin. Di meş û çalakiyan de hat xwestin têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bê mezinkirin.

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.

Li Amed, Colemerg, Edene, Mêrsîn, Şirnex, Êlih û Wanê, tevî zext û dorpêça polîsan, daxuyanî hatin dayîn.

Gel û endam û rêveberên partiyên DBP û HDP, xwestin li pêşiya Bûroya Şêwirmendiyê ya Herêma Egeyê, daxuyaniyekê bidin, lê Polîsan bi hinceta ku sûc e, dayîna daxuyaniyê asteng kirin.

Tevî astengiyê jî daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Heke daxwaza aştiya vî welatî hebe, wê demê tekane navnîşan Îmralî ye.

Rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajaran ên Edene û Mêrsînê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, paçeyên reş bi avahiyên xwe ve kirin.

Li Stenbolê jî Stenboliyan bi meşeke girseyî komplo şermezar kirin.

Di meşê de dirûşmeya “Silav, hezar silav li Îmralîyê” hat qêrîn.

Li Silêmanî, Qendîl û Mexmûrê meş hatin lidarxistin

Li Başûrê Kurdistanê jî komploya navnetewî bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), meşek girseyî hat li darxistin.

Di meşê de hat gotin: “Hêzên ku niha li beramberî komployê bêdeng dibin, wê di rûpelên dîroka Kurdistanê de wekî hêzên rûreş, komploger û îxanetkar werin naskirin.

Yên ku dixwazin di pêşeroja gelê Kurd de li kêleka gelê Kurd cih bigrin û vê serfiraziyê bijîn, divê dakevin qadan.”

Li Silêmaniyê jî bi sedan kes li dijî komployê meşiyan.

Di meşa li Silêmaniyê de jî komplo hat şermezarkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan hat kirin.

Her wiha li Binarê Qendîlê jî bi meşeke girseyî, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin .

Di meşê de bang li xelkê Kurdistanê hate kirin ku bi ruhê yekîtiya neteweya demokratîk komplo, dagirkerî, faşîzm û tecrîdê bişkênin.

Back to top button