Bi dehhezaran şêniyên herêma Firatê komplo şermezar kir

Li Herêma Firatê, çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. LI Efrîn, Heleb, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê bi dehhezaran kesên ji hemû pêkhateyên herêmê daketin qadan û Roja Reş şermezarkirin. Di çalakiyên li van herêman de jî peyama bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hate dayîn.

Bi dehhezaran şêniyên Herêma Firatê ji bo şermezarkirina Roja Reş li Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê kom bûn û ber bi Qada Şehîd Egîd meşiyan.

Ciwanên ku beriya sê rojan dest bi meşa dirêj a ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê kiribûn jî îro gihaştin bajarê Kobanê û tevlî meşa navendî bûn.

Bi dehhezaran şêniyên herêma Efrînê roja reş şermezar kir

Bi dehhezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê SIbatê daketin kolanan.

Şênî li destpêka navçeya Fafînê kom bûn û ber bi navenda navçeyê meşiyan.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê komplo şermezar kir

Bi dehhezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê jî ji bo şermezarkirina Roja Reş daketin kolanan.

Şêniyên Tebqayê bi meşekê Komploya 15’ê şermezar kir

Li bajarê Tebqayê jî bi hezaran şêniyên bajêr daketin kolanan û Roja Reş şermezar kir.

Bi hezaran şêniyên Dêra Zorê li dijî komployê daketin qadan

Şêniyên gundewarên rojava yên Dêra Zorê jî ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê meşiyan û banga azadiya Rêber Ocalan kir.

Back to top button