“Sibe Şêxmeqsûd û Eşerefiyê tarî ne”

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê hişyarî da û ragihand ku ger dorpêça hikumeta Şamê bidome, dê sibe tevahiya jeneretorên kehrebe werin rawestandin.

Komîteya jenetoran diyar kir ku li her du taxan 22 jenetorên mazotê ji bo amperên sibehê hene û kehrebe rojane didin sektorên tendustirî û bazirganiyê.

Komîteyê eşkere kir ku eger dorpêç bi vî rengî bidome, dê tevahiya jeneretoran bisekinin.

Her wekî ji ber dorpêça hikûmeta Şamê, vê gavê her lîtreyek mazotê gihaştiye 13 hezar û 500 L.S

Û ji bo herdu taxan jî heftane 300 bermîl pêweîst in da ku jeneretor bixebitin.

Roja 2’ê kanûnê Şaredariya herdu taxan goitbû ku eger dorpêça hikûmeta Şamê dewam bike, dê tevahî xebatên xizmetê werin rawestandin.

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê Şehba li beramberî karesetekî mirovî ye

Back to top button