Li Awustralyayê bi daxuyaniyekê komplo hat şermezarkirin

Li bajarên Ewropayê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û komploya navnetewî bi çalakiyan şermezar kir.

Îro di salvegera 23’an a komploya navneteweyî de li ber Parlamenta Eyaleta Sîdneyê ya Awûstralyayê û bi amadebûna gelek wekîl û senatoran daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

“Komploya 15’ê Sibatê ne tenê li dijî gelê Kurd, lê li hemberî tevahiya gelên Rojhilata Navîn hate kirin.”

Kesên axivîn ji hikûmeta Awûstralyayê xwestin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê zextê li dewleta Tirk bike.

Li Îngilîstanê gelek afîş hatin vekirin û pirs hatin kirin

Her wiha li zêdetirî 200 rawestgehên otobusan ên Îngilîstanê afîş hatin vekirin.

Wêneyên Rêber Abdullah Öcalan li rawestgehan û sedan cihên meydanên navdar hatin xistin.

Di pankartan hate nivîsandin: “Rêber Ocalan zêdetirî 8400 roj in di hucreya zindana giravî ya Tirk de tê ragirtin.

Li Êrîvanê komplo û hêzên komploger hate şermezarkirin

Li Êrîvanê jî bi heman armamcê meşek hate li darxistin.

Li ber avahiya NY’ê gelek axaftin hatin kirin.

Di axaftinan komploya 15’ê Sibatê û hêzên ku tevlî vê komployê bûne hatin şermezarkirin.

Nûnerên Kurd bang li hêzên navneteweyî kirin ku piştevaniyê nedin êrişên faşîst ên dewleta Tirk.

Back to top button