”Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin û tecrîdê têk bibin”

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî û Gerîlayên YJA Starê komplo şermezarkirin û gotin: “Emê mezinkirina têkoşînê di vê salê de tecrîdê têk bibin û azadiya Rêber Apo pêk bînin.”

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê nirxandin kir.

Rûken Jîrkî destnîşan kir ku dewletên komploger ên emperyalîst negihiştin armanca xwe, mirovahiyê careke din ronahî dît û nehiştin ku bê tarîkirin û got: “Rêberê me bi berxwedana xwe ya bi 23 salan, ku her roj di kesayetiya xwe de 40 carî şoreşê dike û bi Modernîteya Demokratîk tecrîd pûç kir.

Komplo di her demê de ji aliyê hêzên komploger ve bi êrişên li ser tevgera azadiyê hate dewamkirin. Lê belê gerîlayên fedaiyên Rêber Apo nehiştin ku ev êriş bi ser bikeve.

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê dibêje:

Em ê ti carî nehêlin ku komplo bi ser bikeve, em ê şer bikin û berxwedana xwe dewam bikin.

Rastiya jinê ya pêşeng wê tecrîdê bişikîne û tevnên jiyana azad li gel Rojê bihûnînin.

”Armanca me azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê ye”

Gerîlayên YJA Starê jî diyar kirin ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Argeş anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya li zindana Îmraliyê komplo pûç kiriye û nehiştiye ku hêzên navneteweyî bigihêjin armanca xwe.

Gerîlaya YJA Starê Delîla Argeş jî bi bîr xist ku Rêber APO ji bo azadiyê rê nîşanî jinan da, lewma nerazîbûna herî mezin a li dijî komployê ji jinan hat.

Back to top button