Duh, li navçeya Ehdas a Şehbayê ji ber teqîna tupa xazê 2 jinên Efrînî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Îro, her du jin li navçeya Fafînê bi girseyî hatin oxirkirin.
Nizhet Seydo û Cemîla Osman Memo duh di teqîna tupên gazê li navçeya Ehdasê jiyana xwe ..
Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê, li nexwaşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyê herdû jinan wergirtin û berê xwe dan goristana Şehîdan a li Fafînê..
Li goristanê, hevseroka Meclisa kantona Efrîn, Zelûx Bekir sersaxî ji malbatên her du jinan re xwest.
Zelûx Bekir bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî koçberên Efrînî yên li Şehbayê û got:
“Her du jinên şehîd ji bo xizmeta şêniyên navçeyê bikin, di komîna Heftemîn de cih girtibûn.”
Di dawiya axaftinan de herdû jinên bi durişman hatin oxirkirin.