Hêzên hikûmeta Şamê deverên başûrê Idlibê topbaran kirin

Şer û pevçûn li Idlibê her ku diçe gurrtir dibe, dîsa Hêzên Hikumeta Şamê bi mûşekan gelek deverên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, duh nîvê şevê hêzên hikumeta Şamê devera Sifûhin, Hilûbî, Fitêra, Kinsefra û Riwêha yên Idlibê bi mûşekan topbaran kirin.

Her wiha, hêzên hikumetê gundên Bênên û Dêr Sinbil yên Idlibê jî topbaran kirin.

Di heman çarçoveyê de, balafirên şer ên Tirkiyê jî li ser asîmanê herêmê geriyan..

Li aliyê din jî, li bajarokê Bara zarokekî ku di nava zeviyan de bû, ji ber teqîna mayîneke bermahiyên şer, jiyana xwe ji dest da.

Back to top button