Mazot li koçberên di kampa Girê Spî de hat belavkirin

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî mazot li ser koçberên li kampê belav kir.

Rêveberiya kampê li her malbatekê 50 lîtir mazot belav kir.

Koçberan spasiya rêveberiya kampê li ser mazota ku da wan kir.

Her wiha koçberan dan zanîn ku rêxistinên navneteweyî soza xwe yên alîkariya bi koçberan re bicih neanîn û tenê gotinan dibêjin.

Hevserokê Rêveberiya Kampê Mihemed Şêx Elî ji rêxistinên mirovahî yên di kampê de kar dikin, xwest ku sozên xwe pêk bînin.

Di kampa koçberên Girê Spî de 3 hezar û 531 koçber hene.

Back to top button