HEMA.. 9 SIVÎL, 24 LEŞKERÊN REJÎMÊ Û 21 ÇETE HATIN KUŞTIN

Piştî 7 saetên şer di navbera rejîma Sûrî û opozîsyonê de, rejîmê karî girekî stratîjîk li gundewarê Hemayê kontrol bike. Êrîşên asmanî û bejahî jî di roja xwe ya 8’an de li her deverên şer ên li Sûriyê didomin.

Di encama şerê duh yê ku li gundewarê Hemayê rû dabû de, hejamra kesên mirî ji 4’an derket 9 kesan.

24 leşkerên rejîmê û 21 çete jî hatin kuştin.

Her wiha 8 çete di encama teqîna mayînan piştî nîvê şeva borî de hatin kuştin.

Duh rejîmê kontrolkirina girê Osman ê stratîjîk li bakurê Hemayê ragihandibû.

Li gorî Heyet Tehrîr el Şam jî, piştî şerên dijwar bi rejîmê re karîbû dîsan bi temamî dest deyne ser gir.

Lê îro Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku piştî nîvê şeva borî rejîmê Girê Osman vegerand û hemû xalên xwe lê bi cih kir.

Li gorî çavdêriyê, îro balafirine Rûsî gelek êrîş li derdora Letamnayê li bakurê gundewarê Hemayê pêk anî.

REJÎM Û RÛSYA GUNDEWARÊN HELEB Û IDLIBÊ TOPBARAN DIKIN

Li gel vê jî, vê sibê balafirên rejîmê gelek êrîşên asmanî li ser komeleya kehrebê, Kefernaha, Zehret el-Medayîn û Zirbê li bakur û rojavayê gundewarê Helebê pêk anî.

Her wiha rejîmê deverin ji Kefer Secnê li başûrê gundewarê Idlibê jî daye ber topbaranê.

Balafiran vê sibê bermîlên teqemeniyê bi ser herêma Cebel el-Zawiyê de barand.

Li aliyekî din, îro li taxa Sewra ya bajara Idlibê erebeyek teqiya.

Di encamê de sivîlek birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button