Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Zirganê û gundên girêdayî wê bi dijwarî topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi çend saetan gundên Dada Ebdal, Um Hermela û Rebîhat ên navenda navçeya Zirganê topbaran kirin.
Beriya wê jî dewleta Tirk dagirker navenda navçeya Zirganê û gundê Mihermelê yê başûrê navçeyê bi obus û hawnan topbaran kir.
Dagirkeran duh êvarî jî gundê Xan û Xirb El Îd ên rojhilatê navçeyê topbarankirin.