AJOKAR COTKAR Û XWENDEKAR JI BO MEŞA ŞEMIYÊ XWE AMADE DIKIN

Tevî betalkirina hikumeta Fransayê biryara zêdekirina baca sotemeniyê ku dihat payîn di despêka sala nû de bihata pêkanîn, wê roja Şemiyê meşeke mezin ji aliyê tevgera “Çekbendên Zer” ve bê lidarxistin.

Di vê der barê serokê Fransayê Emmanuel Macron ji rayedarên siyasî û yên sendîkayan xwest ku banga aramiyê bikin.

Ji ber bûyerên Şemiya borî hikumet kete nava metirsiyan, ji ber ku bûyer weke şerê kolanan derket holê, danîna bendên kontrolê, şewitandina erebeyan, dizîna dikanan û pevçûna bi endamên polîsê re.

Her wiha di encama xwepêşandanên ji 17 Mijdarê ve dest pê kirine, 4 kes hatine kuştin û bi sedan birîndar bûn.

Lê hema wer xuyaye ku baweriya xwepêşandêran bi biryara hikumeta Fransayê nayê.

Li gorî rapirsîna ku ji aliyê saziya ELAP ya Firansiyê ve hate kirin, ji sedî 78 ji gelê Fransayê dibînin ku rêbazên hikumetê ne li gorî daxwazên wan in.

Di vê der barê de pisporê têkiliyên civakî Rîmon Sopî dibêje ku “gavavêtinên hikumetê dereng bûn”.

Hêjayî gotinê ye, piştî ajoker û cotkaran, xwendekarên dibistanên amadehî jî wê tevlî xwepêşandana roja Şemiyê bibin.

Lêkolîner dibînin ku ev biryar xeleka yekemîn ji binketinên serokomar e.

Ya ku vê yekê teqez dike jî, pêla peyv û gotinên kirêt ku bi ser Macron de hate barandin, dema sedana wî ji navendeke polîsê ku ji aliyê xwepêşandêran ve hatibû şewitandine.

Bê guman bûyerên li Fransayê yekser bû tinaza ango heneka serokê DYEyê Donald Trump.

Trump got ku ev tê wateya binketina Hevpeymana Parîsê der barê Hewayê de.

Leave a Reply

Back to top button