Vîrûsa Corona..Sekreterê Giştî yê NY Guterres li “PE” peyama wekheviyê da

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres di Parlamantroya Ewropa de peyama wekheviyê da û got:
Newekheviya derzîkirina li dijî vîrûsa Corona ya îro heyî, ne tenê ezmûna meya herî mezin ya exalqe, lê dihaman demê de pirsgirêkek bandorbûnê ye.
Heta herkes neyê derzîkirin, kes wê bi ewle nebe.

Antonio Guterres diyar kir ku ji ber şêwazê vîrûsa nû ya Covid-19 newekheviya li cîhanê zêde bûye.

Pêwiste hewil were dayîn ku herkes bigihêje derziyan

Ji bo koçberan jî divê hewildanên zêdetir werin kirin.

Guterres di Civata Giştî ya Parlamentoya Ewropayê ya ku li Brukselê civiya de axivî.

Sekreterê Giştî yê NY spasiya welatên YE kir ku para herî mezin dane budçeya NY û diyar kir ku YE alîkariya mirovî zêde kiriye.

Ji ber van hewildanan, li hinek welatan, “ronahiya di tunelê de xuya kir.”

Li parzemîna Afrîka ger 225 milyon derziyên li dijî vîrûsê ne yê dayîn wê heta dawiya salê tenê ji sedî 10 derzîkirin pêk were.

Ger em dixwazin ji sedî 75 cîhan ji vê vîrûsê xelal bibe, pêwistiya me bi 11 milyar derziyên li dijî vîrûsê dike.

Guterres anî ziman ku di mijara koçberan de Ewropa pêwistiya xwe bi peymaneke nû heye.

Back to top button