Bê navber dewleta Tirk a dagirker herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê topbaran û bobebaran dike. Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker başûrê bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo bomebaran kir.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin ragihandin ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di saetên êvarî de başûrê bajarokê Rimêlan bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de ziyanên madî çêbûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh jî balafireke dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Maşoqa yê Tirbespiyê kir û erebeyek kir hedef.
Di encama wê êrişê de kesek birîndar bûbû.