Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û endamên ESP’ê û SGDF’ê, bi çalakiyan tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezarkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst a li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan dane destpêkirin, berdewam e.
Endamên ESP’ê û SGDF’ê roja duduyan a çalakiyê, serdana Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê kir.
Di serdanê de tecrîd, rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafan li girtîgehan û têkoşîna li dijî vê hate nîqaşkirin.
Tê payîn ku çalakî sibe bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.
Meclisa Ciwanan a HDP’ê tecrîd protesto kir
Meclîsa Ciwanan a HDP’a Stenbolê jî, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêber Ocalan pankarta ku li ser “Heya tecrîd hebe dê li her derî berxwedan hebe” nivîsandî bi pirê ve daliqandin.