Li Til Koçer ji bo şehîd El Mizel û Egîd Zîlan merasîmek hat lidarxistin

Îro li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 6 şehîd bi merasîman hatin oxirkirin.
Di merasîman de soza şopandiyan riya şehdan heta pêkanîna armancên wan hate nûkirin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Bender El Mizel bi nasnav Igab Til Koçer 5’ê Gulanê di êrişa hewamî ya dewelat Tirk a dagirker li Holê şehîd bû.

Bi sedan ji Şêniyê Qamişlo û navçeyên wê cenazeyê şehîd li Goristana Uqab El Eswed a li Til Koçerê veşartin.

Her wiha li goristanê, gerîlayê HPG’ê Muzaffer Derwîş bi nasnav Egîd Zîlan ku 29’ê Çileya 2023’an di encama nexweşiyê de li herêma Zapê şehîd bûbû bi merasîmek xiyabî hat bi bîr anîn.

Di merasîmê de gelek kes axivîn û sersaxî da malbatên her du şehîdan û soza şopandina rêça wan dan.

Dawiyê, wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendî û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li Til Hemîs şervanê QSD’ê Ziyad El Îbrahîm hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê Ziyad El Ibrahîm bi nasnav Ramî Til Hemîs 5’ê Gulanê di êrişa hewamî ya dewelat Tirk a dagirker li Holê şehîd bû.

Şêniyên Til Hemîs bi merasîmkê cenazeyê şehîd oxirkirin.

Di merasîmê de kesên axivîn destnîşan kirin ku ew ê li hember dagirkeran teslîm nebin û hesabên giran ji sixuran bixwazin.

Paşê wesîqeta şehadetê hate xwendin û cenazeyê şehîd di bin dirûşmeyan hate oxirkirin.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Mehmûd Diyab oxirkirin

Li Navçeya Dirbêsiyê jî merasîmên şehîdan hebûn.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehûmd Diyab dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Şêniyên Dirbêsiyê bi merasîmkê cenazeyên şehîd Mehûmd Diyab li goristana şehîdan oxirkirin.

Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Tebqa-Cenazeyê şehîd Yasir El Casim bi merasîmekê hat veşartin

Li Tebqa jî bi beşdarbûna bi sedan kesî cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yasir El Casim li Goristana Şehîdan a bajêr hat veşartin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yasir El Casim 4’ê Gulanê dema erka xwe bi cih dianî, li Tebqayê şehîd bû.

Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan dan.

Paştî xwendina wesîqeta şehadetê, cenazeyê şehîd hate veşartin.

Li Reqayê ji bo şehîd Xelef Ibrahîm merasîm hat lidarxistin

Şêniyên bajarê Reqayê jî bi merasîmkê li goristana şehîdan cenazeyê şehîd Xelef Ibrahîm oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Xelef Ibrahîm bi nasnav Bedîh 4’ê Gulanê di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Fatsê yê Eyn Îsayê, şehîd bû.

Piştî wendina Wesîqeya Şehadetê, cenazeyê şehîd hat spartin.

Back to top button