Şirnexê-Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke

Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran mitîngên girseyî û bi coş hate lidarxistin.
Di mitîngê de peyamên serketinê hatin dayîn.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê de mîtîngên Partiya Çepên Kesk bi coş dewam dikin.

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navenda Şirnexê mitîng li dar xist.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û namzetên parlamenteriyê yên bajar bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

‘Serkeftin a me ye, serkeftina Botanê ye’

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di mitîngê de axivî û got:

“Botan rûmeta Kurdistanê ye, Botan dê mohra xwe li binê darê bixe.

Ev hilbijartin dê sedsala me diyar bike.”

‘Em ê deriyên Îmraliyê vekin’

Newroz Uysal jî diyar kir ku ji bo azadiyê firsendeke dîrokî di destê me de ye.

Li Êlihê mitîng bi coj hat lidarxistin

Partiya Çepên Kesk di rêze çalakiyên xwe de li Êlihê jî mitîng li dar dixe.

Ciwanan heta qada mitîngê meş li dar xistin û bênavber dirûşm berz kirin.

Keskîn Bayindir: Batman rengê xwe diyar kiriye

Di mitîngê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî.

Bayindir diyar kir ku îro Batmanê renge xwe diyar kiriye, em ê bi berxwedana ciwanan û jinan bi ser bikevin.

Selahetîn Demîrtaş banga mezinkirina Partiya Çepên Kesk kir

Her wiha li Êlihê peyama bi deng a hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî hate guhdar kirin.

Demîrtaş di peyama xwe de banga mezinkirina Partiya Çepên Kesk û xwedî derketinê kir û got:

“Dengekî bidin Partiya Çepên Kesk û dengekî jî bidin Kemal Kiliçdaroglû.”

Sancar: Batman em li benda serkeftina te ne

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî axivî û diyar kir ku wê Batman dawî li rejîma yek zilamî bîne û wê rêya Partiya Çepên Kesk ronî bike.

Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne

Partiyên Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Herêma Marmarayê de li Qadikoy a Stenbolê mitînga jinan li dar dixe.

Jinan li ber stranan xelekên govendê gerandin.

Ji bo muşahidan xebat hatin kirin

Jinan di heman demê de ji bo ewlehiya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi dirûşma “Sindoq amenetî jinan e” xebatên muşahidan kirin.

Ozlem Gumuştaş: Dê têkoşîna jinan bi ser keve

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî axivî û got:

“Em hilbijartineke pir krîtîk de ne.

Em ji bo guherîn û azadiyê hene û dê teqez bi ser kevin.

Dê têkoşîna azadiyê ya jinan bi ser keve.”

‘Me soz daye jinan em ê bi serbikevin’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di mitîngê de axivî û got:

Me soz daye Dayikên Aştiyê, Denîz Poyraz, Îpek Er, Leyla Guven û Gultan Kişanak’an û em dê bi ser kevin.

Em ê di 14’ê mehê de govenda serkeftinê bigerînin.”

Back to top button