Serokêl û qebîleyên Lîbyayê piştgiriyê didin Artêşa Niştimanî û li dijî destwerdana dewleta Tirk dibin yekdeng.
Şandeyek ji şêxên qebîleya Wurfela, emîdê şaredariya Benî Welîd û nûnerên hemû pêkhateyên civakî serdana navenda Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter li Rejmayê kir.
Şandeyê hikumeta Wîfaqê bi pêşwazîkirina çeteyên dewleta Tirk tawanbar kir û teqez kir, ew bi temamî destwerdana dewleta Tirk red dikin.
Ji aliyê xwe ve, Xelîfe Hefter spasiya vê piştgiriyê kir û anî ziman ku bi vê yekê wê karibin terorê têk bibin.
Tê payîn 19 û 20ê vê mehê, hemû êlên Lîbî konferanseke mezin li bajarê Terhûna li dar bixin.
Li konferansê, wê zêdetirî hezar nûner ji hemû êl û gelên Lîbyayê amade bibin.
Her wiha, li gorî hinek çavkaniyan, wê akademîst, çalakger, şandeya NY, nûnerin ji YE û komkara welatên Ereb jî beşdar bibin.