Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe di van rojên dawiyê de êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kirine. Îro jî dagirkeran gundên Efrînê, Til Temir, Eyn Îsa û riya M4 bombebarankirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ber bi êvarê gundên Bênê û Îrşadiyê yên girêdayî navçeya Şêrawa yên Efrîna dagirkirî topbaran kir
Artêşa Tirk gundê Xalidiyê û rêya M4 ên Eyn Îsa topbarankirin
Vê sibehê jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xalidiyê û rêya M4 a Eyn Îsayê topbaran kirin.
Duh derengiya şevê Leşkerên artêşa Tirk gundê Gozelî yê Til Temirê topbarankirin.
Tevî ku rojane dagirker êriş dikin lê hezên garantor yên li herêmê ti helwestekê nîşan nadin.