Rewşenbîrên Başûrê Kurdistan kampanya îmzeyan dan destpêkirin

Komek rewşenbîr û kesayetên Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Ocalan, kampanyayek îmzeyan dan destpêkirin.

Kampanya îmzeyan bi rêya telefkonferansê duh şev destpêkir.

Endamên kampanyayê formek ji bo îmzekirinê belavkirin û diyar kirin ku welatî dikarin li ser înternetê bi rêya wê formê îmzeyên xwe bavêjin.

Kesên tevlî kampanyayê bûn bi rêya telekonferansê nêrînên xwe yên derbarê komplo û tecrîda li dijî Rêber Ocalan anîn ziman.

Endamên Kampanyayê diyar kirin ku wê kampanya îmzeyan ji bo azadiya Rêber Ocalan wê 15 rojan dewam bike.

Wê piştre îmzeyên hatine komkirin bi daxwaznameyek re radestî Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewrupa û hemû konsolxaneyên li Herêma Başûrê Kurdistanê were kirin.

Her kesê ku bi xwaze îmze bavêje, dikare bi rêya vê lînkî îmzeya xwe bavêje.

Back to top button