“Gava yekê yê nexşerêya têkoşînê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku dem hatiye em li dijî tecrîdê bi dilwêrekî dengê xwe bilind bikin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û hedefgirtina jinan axivî.

Salihe Aydenîz di serî de balkişand ser êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku di van êrîşan de taybet jin hedef tên girtin û wiha got :

”Sedem hedefgirtina jinan ew e ku li Rojava jinan bi têkoşîna xwe jiyaneke nû ava kirin.

Paradîgmaya demokratîk, û azadîxwaziya jinê jiyanî kirin ji cîhanê rebû mînak.

Dibînin ku demokrasiya radîkal civakî dibe lewma komkujiyan pêk tênin

Bi van êrişan dixwazin şoreşê têk bibin.

Ne tenê li Rojava, li Başûr kuştina Nagihan Akarsel di heman çarçoveyê de ye. Ev modêl, ji bo hemû jinên cîhanê modêla jiyaneke alternatîf pêkane nîşan da.”

Aydenîz destnîşan kir ku pergala Rojava li dijî moderentiya kapîtalîst hatiye avakirin xwediyê wê jî Rêber APO ye .

Aydenîz wiha domand :”Projeya Rêber APO li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî bû.

Sedema girankirina tecrîdê û bêdengiya qada navneteweyî jî tirsa ji vê paradîgmayê ye.

Rêber APO rêya xelasiya ji krîzan pir bi eşkereyî nîşan dide.

Em jî di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêkên heyî Rêber APO ye lewma tecrîd rojeva me ya sereke ye.

Aydenîz diyar kir ku tecrîd veguheriye şêweyê rêvebirinê û ev nirxandin kir:

“Îmrali, veguheriya laboratuara bêhiqûqî lê tên belavkirin. li gorî qanûnan tecrîd sûc e .

Aştiya civakî û tunekirina bingeha şer, ne li gorî daxwaza dewletê ye

ew dizanin eger hevdîtin bi Rêber APO bê kirin dê rê li ber çareseriyê veke şer û krîzan bi dawî bike.”

Saliha wiha anî ziman:

“Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazê demokratîk û xelasiya ji krîzên aborî,civakî û siyasî, bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane.

Di dawiyê de Salihe bi van gotinan banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir.

”Dem dema wê ye ku bi dilwêrekî dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bikin.

lingê ewil ê nexşerêya têkoşîna me, azadiya fîzîkî ya Rêber APO û têkoşîna li dijî tecrîdê ye.”

Back to top button