HPG: Êrîşa li ser çeperên şer ên Avaşînê hat şikandin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya pêngavên şoreşger de li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber çalakiyan dikin.
HPG’ê ragihand, artêşa Tirk a dagirker êîşî çeperên şer yên li herêma Avaşînê kir û diyar kir gerîla bi awayekî xurt bersiva êrîşan dan.

Gerîlayên HPG’ê bê navber li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê çalakiyan lidardixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşan û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hêzên gerîla li herêma Avaşînê li artêşa Tirk ya dagirker xistin û ev agahî parve kir;

“21’ê Tîrmehê hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Silêman xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî derb li du hedefan hate xistin.

22’ê Tîrmehê hêzên me li qada Girê Sor, li dagirkerên kudixwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve bên, xistin. Dagirkerên ku derb xwarin bi paşve vekişiyan.

23’ê Tîrmehê li qada Girê Sor, dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin. Hêzên me li dagirkeran xistin û di encamê de dagirker neçar man bi paşve vekişin.”

HPG’ê diyar kir 22′ û 23’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi çekên giran, gazên jehrî û teqemeniyan êriş bir ser çeperên şer ên li qada Girê Sor.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê Medyayê jî dewam dikin.

Hat diyar kirin 22’yê Tîrmehê gundê Bêbadê yê nehiya Çemankê, qada Stûna ya Avaşînê û herêma Zapê bi helîkopterên şer hate bombebarankirin.

HPG’ê ragihand di van êrişan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button