QSD: Tirke agirbestê bin pê dike.. 18 leşker û çete hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku, Dewleta Tirk agirbest bin pê kir û şervanên wan jî mafê xwe yê parastinê bi kar tîne.
JI lewre ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, 18 leşker û çeteyên Dewleta Tirk hatine kuştin û niha jî ew di rewşa parastinê de ne.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di çarçoveya encama şerê 24 saetên dawî ragihand ku, Dewleta Tirk a dagirker agirbesta hatî ragihnandin bin pê kir û êrîşên xwe li ser gel û şervanan didomîne.

Ji lewre şervanên wan di warê parastina rewa daw, cih bi cih bersiv da.

QSD’ê diyar kir ku, li Serê Kaniyê hewl da bi riya wesayîtên zirxî, hindek taxan dagir bike.

Lê belê şervanan mafê xwe yê parastinê bi kar anî.

13 çete hatin kuştin, 3 birîndar bûn û 3 panzeran derbe xwarin.

QSD’ê ya ku heta niha jî pabendî agirbestê dibe, eşkere kir ku, ji ber balafir û topên dewleta Tirk li ser navçeya Ziragnê, 12 şervan û sivîlek şehîd 12 şervan jî birîndar bûn.

Êrîşên dagirkeran li gundên Menacîr û Alya jî hebû.

Ragihandina QSD’ê desntîşan kir ku dagirkeriyê, bajarê Qamişlo bi tank û hewanan topbaran kirin.

Lê belê şervanan li baregeha Sêgirka bersiv da.

Baregeh hat derbekirin, depoya leşkeran hat rûxandin û hejmarek çete û leşker hatin kuştin.

QSD’ê diyar kir ku, di van êrîşan de, şervanek şehîd û 4 jî birîndar bûn.

Li Kobanê jî, hewldana derbasbûnê ya çeteyan çêbû.

Şervan ketin tevgerê de û erebeyek wan teqandin.

Di encama çalakiya wan a berî du rojan li gundê Şêrgiradê jî, hat xuyakirin ku 5 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê encama giştî bi vî awayî parve kir.

Piştî binpêkirina agirbestê, 18 leşker û çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin.

17 şervan şehîd û 25 jî birîndar bûn.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ji raya giştî re zelal kir ku, ji bo biryara agirbestê ew di rewşa parastinê de ne û ti çalakiyan pêk nayînin.

Leave a Reply

Back to top button